Dagirkeriyê vê sibehê gundên Girê Spî û Babê topbaran kirin

Artêşa tirk a dagirker vê sibê dîsa gundê kor hesen ê Girê spî, her wiha gundê Cib El-Hemra û El-Bohîc ên rojhilatê bajarê Babê topbaran kirin.

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, topbarana dagirkeriyê didomiya.

Dagirker duh êvarê jî bi çekên giran gundê Til Şenan ê asûriyan ê Til Temirê topbaran kir.

Berî wê jî, êrîşî nuqteyeke hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Um El-Kêfê kiribû.

Di encamê de leşkerek birîndar bû û ji bo nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê hat rakirin.

Jixwe berî êrîşa li ser Um El-Kêfê jî, dagirker û çeteyan gundê Derdarayê bi çekên giran topbaran dikir.

Der barê van êrîşan de, ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Back to top button