Hesen Koçer: Ya hatî kirin hewldaneke provokarîf e

PDK’ê di bin navê amadekariyên hilbijartinê de pêr hewl da bi hêza xwe ya leşkerî derbasî Şengalê bibe. Lê ev yek ji ber nerazîbûna civaka Êzdî hat astengkirin. Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî Hesen Koçer, tevgera PDK’ê weke hewldaneke provokatîf binav kir.

PDK’ê bi hinceta amadekariya hilbijartinên Iraqê, xwest tevî hejmareke zêde ji çekdarên xwe bikeve nava Şengalê.

Civaka Êzdî li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da û got, ew ê rê nedin ku çekdar bikeve nava axa wan.

Di encama van nerazîbûnan de PDK’ê hêzên xwe paşde kişandin.

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hesen Koçer tevgera PDK’ê ya ji bo Şengalê bi van gotinan nirxand:

Sala 2014’an gelê Êzdî bi qirkirinê re rû bi rû hiştin. Başe di rewşeke wiha de bi kîjan rûyî xwestin bikevin Şengalê? Gelê wê herêmê çawa dikare wan qebûl bike?

Hesen Koçer anî ziman ku êrişên li dijî gerîlla, Şengal û Rojava di çarçoveya heman konseptê de ne û wiha dewam kir:

Nêzî salekê yek li ser Şengalên planên kirtê têne meşandin. Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê yek ji wan e.

Civaka Êzdî ku encama fermana 3 Tebxa 2014’an jibîr nekiri ye, bi taybet ji ber ku bûye beşek ji vê peymanê li dijî PDK’ê bihêrs e.

Başe di rewşeke wiha de, PDK’ê çawa bi rehetî dixwazd vegere Şengalê? Ji ber siyasetên PDK’ê fermaneke giran bi ser gelê Êzdî de hat. Bi hezaran jin hatin revandin. Tiştê ku nehat serê wan nema.

Êv birîna xedar wê ti carî ji bîra civaka Êzdî û gelê Kurd neçe. Lê tevî vê êşê jî gelê me ê Êzdî rêveberiya xwe ava kiriye. Başe PDK’ê çima dev jê naqere?

Ya tê kirin, bicihanîna daxwazên dewleta Tirk e.

Koçer: ENKS’ê daxwaz dike ku QSD’ê bikeve lîsteya terorê

Hesen Koçer ragihand ku li dijî şoreş û destketiyên Rojavayê Kurdistanê jî siyaseteke bi heman rengî heye û got:

Li Başûrê Kurdistanê PDK vî karî dike, li Rojava jî ENKS.

ENKS a bi fermanên dewleta Tirk û PDK’ê tevdigere, di serdanên li Amerîka û Ewrûpayê Kurdan weke terorîst nîşan didin. Dibêjin ‘QSD, PYD’ê bixin lîsteya terorê’.

Kesê ku bi van karan radibin, çawa dixwazin xwe weke parêzvanên doza gelê Kurd binav bikin?

Mafê wan tine ye Kurdperweriyê bikin.

PDK’ê 10 gerîlayên Kurd şehîd kirin, Nûnerên Rêveberiya Xweser dîl girtin.

Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê, divê Kurd rê nedin van planan.

Back to top button