Li Şengalê ji bo piştgiriya namzetê PADÊ mîtîngek hat lidarxistin

Li Şengalê xebatên hilbijartinan jî dewam dikin. Li Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ji bo hilbijartina Iraqê mîtîngek bi coş li dar xist. Qada mîtîngê bi alên PADÊ hate xemilandin û jin bi cilûbergên xwe yên neteweyî tevlî bûn.

Di mîtîngê de Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jina Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo axivî û bal kişand ser hewldanên PDK’ê yên beriya hilbijartin e. Namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş jî di mîtîngê de, soz da ku ew ê bibe layiqê Şengalê û Civaka Êzidî.

Li Qada Laleş a li kêleka Meclîsa Gel a Şengalê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan-PADÊ ji bo piştgiriya namzetê xwe Şêx Semir mîtîngek lidar xist.

Qada mîtîngê bi alên PADÊ hatibû xemilandin û jin bi cilûbergên xwe yên neteweyî tevlî bûn.

Di mîtîngê de Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jina Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo çû ser dîkê û axivî.

Şemê Remo nirx û pîrozahiyên civaka Êzidî bi bîr xist û xwest ji bo bîranînên şehîdên Şengalê herkes dest deyne ser dilê xwe, wijdana xwe û wiha dengê xwe bide.

Şemê Remo bal kişand ser hewildanên PDK’ê yên ji bo dagirkirina Şengalê û diyar kir ku PDK destkeftiyên Şengalê hemû dixe hedef.

Şemê Remo eşkere kir ku ew ê ti dem dagirkeriya hêzên PDK’ê ji bo Şengalê qebûl nakin.

Namzetê PADÊ Şêx Semîr jî di mîtînge de amade bû û hest û nêrînên xwe parve kir.

Şêx Semîr beriya her tiştî şehîdên Şengalê û yên têkoşîna azadiyê bibîranî û got;

“Em soz didin gelê xwe, em ê cihê baweriya we bin. Em heta dawiyê li pey nirxên xwe ne, li pey pîroziyên xwe ne.

Soz didim ku layiqî civaka xwe, Şengala xwe bibim”

Semîr di dawiya axaftinê xwe de got, Ew ê bersiva 9’ê Cotmehê di sindoqan de li 10’ê Cotmehê bidin.”

Piştî axaftina namzetê PADÊ şanoya bi navê “Dengê xwe bide min” derket ser dîkê.

Back to top button