Dadgerên Polonya biryar dan ku qanûnên ye bi desturên wan re li hev nakin

Piştî derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa, niha di warê qanûnî de Polon ya jî xwe ketiye tevgerê.
Li Polonyayê, dadgeha dadgerên destûrî destnîşan kir ku hin qanûnên YE bi Destûra Polonî re na-guncê.
Ev biryara ji bo ‘Polexit a qanûnî’ weke gaveke mezin e tê şîrovekirin..

Piştî tayînkirina navên nêzî partiya neteweperest a Hiqûq û Edaletê (PiS), şandeya dadgerên ku rewabûna wan li Polonyayê dest bi nîqaşê kir, diyar kirin ku bendên hin peyman û biryarên dadgehê yên YE qanûnên Polonî berovajî dikin.

Li nava Polonya ev gav weke “Şoreşa Qanûnî” tê binavkirin.

Komîsyona Ewropa jî diyar kir ku biryar “fikarên cidî” derdixe holê û destnîşan kir qanûnên YE li gorî rêziknameyê ji zagonên neteweyî baştirin.

Komîsyonê anî ziman ku biryarên Dadgeha Dadê ya Ewropî, ji bo hemû dewletên endam neçarin ku pêk bînin.

Li gorî rapirsiyên li welat têne kirin, her çiqasî ji sedî 80’ê Polonî dixwazîn li nava YE bimênin lê deshilata li welat, di warê qanûnî de li gel Brukselê dikeve nava nakokiyan.

Tê gotin biryara dadgeran wê bandorek neyînî li ser piştgiriya darayî ya Warsaw ji YE û têkiliyên bi Brukselê re bike.

Li paytext Warsow bi çalakiyan piştevaniya biryarê hate kirin.

Back to top button