Li Nîjeryayê di encama êrişekê de herî kêm 20 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Heta vê kêliyê nayê zanîn bê êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Li welatê Afrîkaya Rojava, Nîjerya ev demek e bûyerên tûndiyê zêde bûne..
Herî zêde ev welat bi êrişên çeteyên Boko Haram û DAIŞ’ê dibe rojev.
Bi taybet jî revandina zarokan.
Herî dawî li eyaleta Sokoto li dijî sûka gel êrişeke çekdarî pêk hat.
Li gorî dezgehên ragihandina cîhanî, çekdar, ketin nava girseya gel û bê serûber gulle li derdorê reşandine.
Di encamê de herî kêm 20 kes hatin kuştin û derdora 40 jî birîndar bûn.
Li heman eyaletê 8’ê Cotmehê jî ji ber êrişeke çekdarî 8 kes hatibûn kuştin û bi dehan jî birîndar bibûn.