Hovîtiya dagirkeriya Tirk li Efrînê

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê di meha Sibatê de belge kir. Navenda Belgekirinê da zanîn ku 10 jin û zarokên dergûş di nav de, 77 kes hatin revandin.

Meh li mehê zêde dibe, cîhana çavkor jî hîna kortir dibe..

Sibata derbasbûyî, li Efrîna dagirkirî, 10 jin û zarokên dergûş di nav de, 77 kes hatin revandin.

Ev bîlanço ji aliyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê hate belgekirin û biparvekirin.

Hîna jî sînaryoya binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê der heqê sivîlan de dewam dike.

Li gorî bîlançoya Navenda Belgekirinê ji 1 Sibatê heta 3 wê;

Çeteyan li Gundên Sêmalka, Erindê, Kefer Sefrê, Şorbe, Qeretepe 28 kes revandin.

Çeteyan li Gundên Erindê, Kefer Sefrê, Qurtqulaq, Si’uriya û Gewenda ji 4 Sibatê heya 8 wê 12 kes revandin.

Ji 10 heta 14ê mehê, 12 kes li gundê Qurtqulaqa biçûk, Kefer Sefrê û li navenda Efrînê bûn nêçîra çeteyên hov.

Ji 15 Sibatê heta 20’ê wê jî, dagirkeran ji gundê Gewenda, Hisê, Qereteqe, Qetmê, Mosako û Kukana 10 kes revandin.

Herî dawî, ji 21 heta 25’ê meha borî, li gundên Hisê, Şîtka, Birêmce yên Mabata û bajarokê Meydan Ekbes 23 kes hatin revandin.

Her meh ev kirinên dermirovî li herêmên dagirkirî tên belgekirin û raya giştî her bêdeng e.

Çileya borî jî dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe 90 kes revandibûn…

Tevî van belgeyên ber bi çav jî, lê Rojnameya “The New Times” bi raporeke xwe xwest dagirkeriya Tirk li Efrînê rewa bike û kirinên wê ji binî de nebîne.

Yûsif Mihemed Betal
Şiyar Kilkil Seydo
Ehmed Ebdullrehman Seydo
Araz Mihemed Yûsif
Rewad Wehîd
Rênas Hiso
Bêrîvan Şahîn Şahîn
Hisên Mistefa Me’mo
Elî Omer
Rêber Mistefa Ce’fer
Siyamend Wehîd Ce’fer
Ebdo Henan
Mihemde Şêx Mihemed
Ehmed Ebd El-Henan Xelîl

Rohat Wehîd Mistefa
Ehmed Hesen Mamed
Hesen Hesen Has
Murad Sydo Xelo
Ebdullrehman Mihemed Ebdo Mecîd
Mihemed Xelîl Murad
Elî Hecî Bin Qadir
Xelîl Xalid
Xelîl Mela
Hemza Hemo
Ziyad Ebdullrehman Ka’o
Elî Norî Seydo

Aslan Mistefa Horo
Mehmûd Mihemed Mehmûd
Ednan Ebû Mezlûm
Mihemed Sefwan
Nîdal Mihemed
Basil Ehmed
Zekî Elî Sebrî
Erif Reşîd Hesen
Mihemde Şêx Henan Şêx Mistefa
Welîd Mihemed Miho
Ferho Henan Tana
Ebdo Henan Tana

Hêvîn Bekir Mûsa
Elî Hesen Hesen
Aslan Ehmed Emîn
Aslan Behrî Emîn
Hemîd Qedro Mihemed
Mistefa Bekir Mûsa
Mistefa Mehmûd Henan
Mihemed Mistefa Hesîko
Ismaîl Nebî Şêxo
Mihemed Menan Ebdo

Mihemed Mihemed Soran
Hêlan Betal Xidir
Hêfa Qasim
Emîna Mistefa Qasim
Omîd Ekrem Betal
Doran Omer Ebrûş
Ebdo Mist Qasim
Şadî Betal Xidir
Mihemde Betal Xidir
Sûzan Betal Xidir
Hesen Tobal
Rêvan Ehmed Necar
Cemîl Xelîl
Hec Xelîl Xelîl
Mihemde Hesen Hemalîko
MIhemde Menan Ebdo
Mihemde Misetfa Hesîko
Mistefa Ce’fer Kinc Xemîs
Mistefa Bekir Omer
Mistefa Mehmûd Henan
Faiq Silêman Mihemed
Hesên Reşîn Bekir
Beşar Omer Bekir

Back to top button