Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku dibe terorîstên li Efxanistanê hewl bidin ku rewşa li welatên cîran xera bikin.
Ji ber vê, welatên Hevpeymana Dewletên Serbixwe (CIS) û welatên cîran di nav de, pêşniyar kir ku endamên îstîxbaratê yên van welatan rewşa li sînorê Efxanistanê bişopînin û operasyonên hevbeş organîze bikin.
Vladimir Putin beşdarî Civîna Serokên Saziyên Îstixbarat û Ewlekariya, Civaka Dewletên Serbixwe ya 17’emîn ku li Moskowayê bi rêya online hat lidarxistin, bû.
Putin di nirxanidnên xwe yên li ser Efxanistanê de îşaret bi metirsiya li herêmê kir +kir û wiha got:
Bûyerên li Efxanistanê dikare bi giranî bandorê li Asyaya Navîn, Qafqasya Başûr û herêmên din bike.
Serokê Rûsya destnîşan kir ku rewşa li Efxanistanê nehêsan e û ev tişt anî ziman:
Putin diyar kir ku çeteyên DAIŞ yên li Sûriye û Iraqê tecrube girtine niha li nava xaka Efxanistanê kom bûne.
Aramkirina rewşa li herêmên Civaka Dewletên Serbixwe pêkane.
Ji ber vê, şopandina sînorê Efxanistan û li dijî çekdaran amadebûn girînge.
Ger pêwist bike, pêwiste oparasyonên hevbeş werin lidarxistin û bi hêzên ewlekariyê re xebat were meşandin.