Hikmet Hebîb: Rizgarkirina Reqayê ji bo cîhan û herêmê rê li ber pêvajoyeke nû vekir

Bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Hikmet Hebîb got, “Bi rizgarkirina bajarê Reqa û têkbirina DAIŞ’ê re peyama îradeya gelan nayê şikandin ji hêzên dagirker û aligirê wan re hat dayîn. Rizgarkirina Reqayê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bû vejînek û rê li ber pêvajoyeke nû vekir.”

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD”ê, di 17’ê Cotmeha 2017’an de bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Pêngava rizgarkirinê 134 rojan dewam kir û şervanên QSD’ê di 20’ê Cotmehê de serkeftin ragihandin.

Doh salvegera 4’an ya rizgarkirina bajarê Reqayê, li Reqayê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin.

Bi boneya salvegera 4’an ya rizgarkirina bajarê Reqayê, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Hîkmet Hebîb diyar kir jiber rêxistina çeteyên DAIŞ’ê, bi deh hezaran mirov hatin kuştin û bi mîlyonan însan jî ji neçarî cîh û warên xwe koç kirin.

Hebîb got, rêxistina çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê û bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwestin li ser navê civakên herêmê tiştek nehêlin.

Hebîb, bibîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê bi taybetî bajarê Reqayê ji xwe re kiribûn paytext û navenda destgîrkirina keç û jinên Êzidî.

Hebîb wiha dewam kir;

“Ji bo çareseriya alozî û bidawîkirina şerê li Sûriyê Rêveberiya Xweser û piştrê jî Hêzên Parastina Gel hatin avakirin. Piştî ku ev hêz hatin avakirin gelek deverên ku di bin zilma çeteyên DAIŞ’ê de û gelên ku benda xilasiya ji taritiyê bûn ji aliyê hêzên YPG-YPJ-QSD’ê ve hatin rizgarkirin. Lê rizgarkirina Reqayê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bû vejînek û rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Ji ber çeteyên DAIŞ’ê Reqa ji xwe re weke paytext hilbijartibû û çavê tevahî cîhanê li ser vê bajarê bû. Rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê nîşan da ku îradeya gelan nayê şikandin û gelên herêmê xwedî projeyeke niştimanî, demokratîk û nenavendî ye.”

Hebîb anî ziman ku hebûna DAIŞ’ê ya bi salan li herêmê bandor li ciwan û zorakan kiriye û da zanîn ku DAIŞ aliyê fikrî ve hîna bi giştî tune nebûye.

Hebîb anî ziman ku piştî rizgarkirinê, Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl û QSD’ê gelek dewreyên perwerdeyê vekirine da ku fikrê ku DAIŞ’ê paqij bikin û diyar kir ku heta niha rewşa gelek kesan hatine çareserkirin.

Hikmet Hebîb di dawî de bal kişand ser rol û hevkariya dewleta Tirk ya bi çeteyên DAIŞ’ê re û got, ji bo astengkirina çareseriya siyasî li Sûriyê dewleta Tirk roleke mezin dilîze û heta niha jî dixwaze tola DAIŞ’ê ji Rêveberiya Xweser rake.

Back to top button