Balafirên Rûsyayê gundewarên Idlibê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyên dewleta Tirk yên li Idlibê bombeberan kir.
Hêzên hikumeta Şamê jî rojavayê Helebê topbaran kir.

Balafirên Rûsyayê bi 8 êrişan derdora herêmên Mecdeliya û Dêr Sunbul ên gundewarê başûr rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê li nêzî gundê Mecdeliye yê li ser rêya Heleb-Laziqiye ku gelek nuqteyên dewleta Tirk a dagirker hene, êriş pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê li çolistana Sûriyê êriş pêk anîn

Vê sibehê jî li çolistana Hums û Dêra Zorê balafirên şer ên Rûsya çend êrişên hewayî pêk anîn.

Ev yek piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li herêmên cuda yên çolistanê ku di encamê de 18 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin, pêk hat.

Di bombebarana hêzên hikûmeta Şamê de li rojavayê Helebê 2 hatin kuştin

li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku ragihand di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî gundê Kefer Noran ê rojavayê Helebê de zarokek û jinek hatin kuştin û 3 kes ji malbatekê birîndar bûn.

Her wiha çavdêriyê duh ragihand ku hêzên hikumeta Şamê gundê Sifûhin, El-Fitêra, Filêfil ên li Cebel El Zawiye yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Back to top button