Şervanên QSD’ê di pêngava rizgarkrina Baxozê ya ji çeteyên DAIŞ’ê de gelek jin û zarokên Êzidî rizgar kiribûn.
QSD’ê zarokek û jinek radestî Mala Êzidiyan kir.
Jina bi navê Eqbal Xelîl a ji gundê Koço û zarokê bi navê Serwan bi rêya Komeleya Tilqeseb radestî Mala Êzidiyan a li Kantona Cizîrê hate kirin.
QSD’ê ev zarok û jin bi rêya rêveberiya li Şengalê radestî malbatên wan kir.
Gelek jin û zarok jî li Kampa Hol a Hesekê ne.
Êzidiyên li kampê piştre radestî Mala Êzidiyan a li Amûdê hate kirin.
3 kesên din ên ku QSD’ê ew ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kiribûn jî li Mala Êzidiyan a Amûdê ne.
Ji bo ku ev êzidî li warê xwe vegerin li benda rêveberiya hikumeta Îraqê ne ku deriyê sînorv vekin ji bo ku derbas bibin.