Şandeya MSD’ê li Finlandiyayê hevdîtin bi wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê, nûnerê taybet ê Finlandiyayê balyoz Yossi Tanner û gelek parlementer, siyasetmedar û saziyan re pêk anîn.
Şandeyeke MSD’ê ev demeke li derve, li gel gelek aliyan hevdîtinan pêk tîne..
Şande ji Seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed, Hevserokê Desteya Rêveberiyên Şaredarî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Omer pêk tê.
Şande vê carê li Finlandiyayê bû û di sêrî de bi wezêrê karê derve yê vî welatî û gelek aliyên din re civiya..
Li vir, xebata siyasî û pêkanîna çareserkirina krîza Sûriyê li gorî biryarên neteweyên Yekbûyî û rola komara Finlandiyayê di vê derbarê de hatin nîqaşkirin.
Her wiha dosyaya mirovî û derbaskirina alîkariyan cihekî girîng di hevdîtinan de girt.
Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê Becca Havesto بيكا هافستو diyar kir ku divê alîkariyên mirovî bi rêya sînor bigihînin Bakur û Rojhilatê Sûriyê..
Her wiha sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û gefên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya qutkirina avê hatin nîqaş kirin.