Gelê Kurd û dostên xwe bi çalakî û mîtîngan dîwarê parçekirina xaka Sûrî ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li Efrînê tê lêkirin şermezarkirin
Li 5 navendên Swêdê lêkirina dîwarê parçekirina xaka Sûrî bi çalakiyên hemwext hat şermezarkirin.
Di çalakiyan de daxuyaniya PYD’ê hatin xwendin.
Di daxuyaniyê de bang li cîhanê hat kirin ku hestyar bin û li dijî dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk a li Efrînê rabin.
Her weha li ser heman mijarê belavok hatin belav kirin.
LI SWÎSRE Û QIBRISÊ DAGIRKERIYA TIRKIYÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
Li ser banga PYD’ê Swîsre, Kurdistaniyan bi mîtîgekê dagirkirî û lêkirina dîwarê li Efrînê şermezarkirin.
Li paytexta Qibrisê Lefkoşa jî lêkirina dîwarê dagirkeriyê ji aliyê gelê kurd û dostên wan ve protestokirin.
DÎWARÊ ŞERMÊ YÊ PARÇEKIRINA EFRÎN JI SÛRIYÊ LI BAJARÊ LUND Ê SWÊDÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
Li bajarê Lund ê Swêdê jî bi heman armancê çalakiyek pêk hat.
Kurdistanî û dostên xwe li dijî parçekirina xaka Sûrî hewest nîşan dan.