Doh di saetên piştî nîvro de li taxa Xiwêran a Hesekê motor-sikletek teqiya, di encamê de du kes birîndar bûn.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqînê daxuyaniyek da.
Navendê diyar kir ku êriş ji aliyên kesên nenas ve nêzî dermanxaneya El-Nûr a li taxa xwêran pêk hat û got:
“Di teqînênê 2 kes birîndar bûn û kesên birîndar niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Piştî bûyerê hêzên me dest bi lêkolîna berpirsiyaran kir daku wan cezabikin.”
Navendê daxuyakirin ku ewê her tim ji bo parastina ewlehî û aştiya heremê bixebitin û nehêlin aliyên dijber bi kiryarên xweyên terorîstî ve aramiya heremê xirabikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hêzên ewlekariyê soza parastina gel û milkên wan dubare kir.