Şêx mazin Mihemed: Di kongeryê de platformek hate avakirin

Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyên Mezopotamya ya li bajarê Qamişlo duh bi encamnameyekê dawî bû. Endamê Komîteya Amadekar a Kongreyê Şêx Mazin Mihemed diyar kir ku di kongreyê de platformek hate avakirin.

Di 10 û 11’ê vê mehê de Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî ji aliyê Foruma Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat lidarxistin.

Kongre li Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê pêk hat û 2 rojan dewam kir.

Têkildarî kongrê Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî Şêx Mazin Mihemed ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Şêx Mazin Mihemed spasiya hemû beşdarên kongreyê kir û da zanîn ku her kes li ser prensîba mirovahî û belavkirina hezkirin û aştiyê li hev kiriye.

Mazin Mihemed destnîşan kir ku di kongreyê de ji bo endamên ji hemû Ol, bawerî û mezhebên li Mezopotamya û cîhanê bi giştî platformek hate avakirin û got,

“Ji ber girtina Deriyê sînor yê Sêmalkayê gelek lêkolînerên ji herêmên cude yên cîhanê ne amede bibûn, ji ber vê peyamên nivîskî û dîtbarî şandin.

Di kongeryê de gelek name hatin xwendin.”

Her wiha Şêx Mazin Mihemde destnîşan kir, di Kongreyê de bi rêvebirina civînan û beşdarbûna bi rêya înternetê, jin xwedî roleke diyarker bûn.

Back to top button