2. Kongreya Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê bi encamnameykê bi dawî bû.
Kongre di navbera 7-13’ê Çileyê de bi beşdariya 450 delegeyan pêk hat.
Di Kongreyê de tecrîda li ser Rêber Apo, buyerên siyasî, êrişên li ser gelê Kurd û têkoşîna azadiyê, hatin nirxandin.
Raporên kar û xebatên du salan jî hatin xwendin û nirxandin.
Her wiha êriş û dorpêça dewleta Tirk û PDK’ê ya li ser Kampê û planên belavkirin û valakirina kampê jî hatin niqaşkirin.
Dawiya kongreyê, hevserok, deste û rêveberên nû hatin hilbijartin û encamname hat eşkekere kirin.
Di encamnameyê de hat diyarkirin Kongreya 2. a Gel, bi guherînên pêwîst, hevpeymana xwe ya civakî li ber çavan derbas kir û biryarên girîng hatin girtin.
Kongre diyarî şehîdan û berxwedêrên pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê hat kirin.