Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku hêzên wan bi alîkariya koalîsyonê bersiva êrişên çeteyan dan û tevahî çeteyên reviyayî jî girtin.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê twitterê parve kir û got:
“Rêxistina DAIŞ’ê piraniya şaneyên xwe yên veşartî kom kirine û hewl da bi rêya xwekujiyan û derxistina îsyanan di hundirê girtîgeha Hesekê de girtiyan birevînin.
Hêzên me yên ewlekariyê bi alîkariya koalîsyonê bersiva êrişan dan û derdora girtîgehê bi temamî dorpêç kirin.
Her wiha tevahî çeteyên reviyayî jî girtin.