Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El-Asî, Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê û Endamê Desteya Hevseroktiya PYD’ê Salih Muslim bal kişandin li ser xeteriya xurtbûna DAIŞ’ê û ji bo darizandina çeteyan banga avakirina dadgeheke navnetewî kirin.
Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî ragihand, girtîgeha Sînaa û taxa Xiwêran bi temamî di bin kontrola wan de ye.
El Asî diyar kir tenê komeke piçûk çete mane û şer hê jî didome.
Zêdan El-Asî eşkere kir, ji destpêka têkbirina DAIŞ’ê de, ev êriş ya herî mezin û ya herî rêxistinkirî bû û wiha got,
“Ev jî nîşan dide ku hêzek heye destekê dide van komên terorîst û çavên xwe li tevgera wê girtine da ku ewlehî û aramiya li herêmê têk biçe.”
Zêdan El-Asî bang li civata navneteweyî kir ku ji bo têkbirina DAIŞ’ê gavên şênber bavêje û wiha bi dawî kir;
“DAIŞ hîna heye û hewl dide ku li Sûriyê û Iraqê hêza xwe ji nû ve vegerîne. Divê civata navneteweyî berpirsyartiyên xwe bi cih bîne.”
Luqman Ehmê: Êrişa li Hesekê bi hevkariya DAIŞ; Rêjim û dewleta Tirk pêk hat
Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê jî derbarê êrişa çeteyên DAIŞ’ê de axivî û û bal kişande li ser armancên li pişt êrişê.
Ehmê destnîşan kir, êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê êrişeke ji gelek aliyan ve pêk hat û armanc têkbirina azadî û aramiya li herêmê bû.
Ehmê wiha got,
“Ev êriş di encama hevkariya DAIŞ’ê, rêjima Şamê û dewleta Tirk de pêk hat.
Hêzên QSD û Hêzên Asayîşê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ev plana hevbeş a wan aliyan têk bir.”
Her wiha Ehmê diyar kir êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça li ser herêmê jî zemînê ji êrişên çeteyan re ava dike û dihêle ku DAIŞ xurt bibe.
Luqman Ehmê bang li hêzên navnetewî û dewletên pêwendîdar kir ku ji bo darizandina çeteyan bikevin nava tevgerê û welatiyên xwe jî bibin.
Salih Muslim: Li astanayê biryara êrişa li ser Hesekê hate dayîn
Endamê Desteya Hevseroktiya PYD’ê Salih Muslim jî derbarê êrîşa DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Xwêranê a Hesekê axivî.
Salih Muslim diyar kir êrîşa terorî ya DAIŞ’ê ji hêla dewleta Tirk ve hatiye fînansekirin û got,
“Ev êrîş di çarçoveya planekê de hat kirin. Biryara wê li Astana hat dayîn, beriya wê herêm hate dorpêçkirin û rê li ber êrişên dewleta Tirk vekirin.
Êrîşên ji Şehba heta Zirganê, dorpêçkirina herêmê, girtina deriyê sînoran, çekdarkirina DAIŞ’iyên li kampên herêmê û girtîgehan, ev hemû parçeyek ji vê planê ne.”
Muslim diyar kir, şaneyên veşartî yê li herêmê, hemû çek,cebilxane û pêdiviyên din ji herêman ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de û ji Iraqê tînin û got,
“Tê fêhmkirin ev demeke amadekariya van êrîşan tê kirin.”
Muslim diyar kir di serî de hêzên navnetewî divê hemû cîhan xeteriya DAIŞ’ê bibîne û ji bo darizandina çeteyan banga avakirina dadgeheke navnetewî kir.