Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 13 şervanên ku di Pêngava Gurzên Gelan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne, eşkere kir. QSD’ê sersaxî ji gel û malbatên şehîdan re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan û parastina destketiyan da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên 13 şervanên ku di Pêngava Gurzên Gelan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa a Hesekê de şehîd bûne, eşkere kir.
QSD’ê di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku Rêxistina teror a DAIŞê bi hevkarîya dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileyê de êrîşên berfireh li ser gîrtîgeha Sînaa ya Hesekê û taxên bajêr pêk anîn.
QSD’ê da zanîn li dijî van êrişên berfireh bi ragihandina Pêngava Gurzên Gelan, bersiva êrişan hat dayîn û wiha got,
“Di çarçoveya Pêngava Gurzên Gelan de êrîşên DAIŞ’ê bi berxwedana şervanên me hatin şikandin û armancên dagirkeran hatin têkbirin.
Di vê berxwedanê da 13 şervanên me ku 2 ji wan bira ne, bi lehengî û wêrekî şer kirin û gihîştin şehadetê.
13 lehengên me ku ji pêkhateyên Kurd û Ereb in, nîşan dan ku ji bo parastina herêmê tenê bi hevgirtinê dikarin li ber êrişan rabin.”
QSD’ê sersaxî ji gel û malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina têkoşîna ji bo pêkanîna armancên şehîdan û parastina destketiyan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne;
Nasnav: Heyder
Nav û Paşnav: Ehmed El Tebxan
Navê dayik: Zarîfe
Navê bav: Iyada
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022
Nasnav: Ehmed Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed El Tewîl
Navê dayik: Rûqeye
Navê bav: Hiwêdî
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 20 Çileya 2022
Nasnav: Argeş Bagok
Nav û Paşnav: Îsmaîl Hemed
Navê dayik: Kilof
Navê bav: Xilêf
Cihê ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 28 Çileya 2022
Nasnav: Zinar Qamişlo
Nav û Paşnav: Ciwan Hemê
Navê dayik: Îlham
Navê bav: Nîdal
Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 26 Çileya 2022
Nasnav: Zana Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed Silêman
Navê dayik: Sûmeye
Navê bav: Salih
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022
Nasnav: Serhed Hesekê
Nav û Paşnav: Ednan Xilêf
Navê dayik: Erna
Navê bav: Ebas
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 21Çileya 2022
Nasnav: Şûkrî
Nav û Paşnav: Şûkrî El Doman
Navê dayik: Neşmîye
Navê bav: Wadî
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 25 Çileya 2022
Nasnav: Egîd El Igêdî
Nav û Paşnav: Ebdilrezaq Ibêd
Navê dayik: Dahîya
Navê bav: Îsa
Cihê ji Dayikbûnê: Cezaa
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 24 Çileya 2022
Nasnav: Egîd Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed El Salih
Navê dayik: Cemîle
Navê bav: Ayd
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022
Nasnav: Egîd Hesekê
Nav û Paşnav: Muhened Silêman
Navê dayik: Hinûf
Navê bav: Elî
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 21 Çileya 2022
Nasnav: Baz Qamişlo
Nav û Paşnav: Mihemed Xelef
Navê dayik: Semîra
Navê bav: Ebdilqadir
Cihê ji Dayikbûnê: Tirbespîyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 27 Çileya 2022
Nasnav: Hemze
Nav û Paşnav: Mihemed El Tebxan
Navê dayik: Zarîfe
Navê bav: Iyada
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022
Nasnav: Mazlûm Hesekê
Nav û Paşnav: Sedam Sibêh
Navê dayik: Sebha
Navê bav: Hisên
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 21 Çileya 2022