HDP’ê: Ger hûn fikrên birêz Ocalan mereq dikin deriyê Îmraliyê vekin

Hevserokên giştî yên HDP’ê ku li Meclîsa Partiyê de li hev civiyan bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û gotinên Erdogan yên derbarê Rêber Apo de. Hevserokan gotin, Heke hûn fikrên Rêzdar Ocalan meraq dikin deriyê Imraliyê vekin. Ji Parêzerên Rêber Apo Newroz Uysal jî diyar kir wan tekildarî tecrîda li ser Rêber Apo dosyeyek dane DMME.

Meclîsa Partiyê ya HDP’ê bi seroktiya Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar civiya.

Di civînê de xebatên tifaqa demokrasiyê ya bi pêşengiya HDP’ê a ji bo hilbijartinê, doza girtina partiya wan, tecrîda li Îmraliyê û gotinên Erdogan yên darberê Rêber Apo de hatin nirxandin.

Hevserokan dest pêkê têkildarî xebatên hevalbendiyê yên ji bo hilbarjitinê gotin,

”Lêgerîna wan ya ji bo hevalbendiyê ne tenê têkilî hilbijartinê ye.

Hevalbendiya demokrasiyê ji hilbijartinê wêdetir destnîşan dike. ”

Derheqê doza girtina HDP’ê jî hevserokan gotin,

”Doza girtinê dozeke siyasî ye. Armanc tasfiyekirina siyasî ye, bi sedema tolhildanê ye.

Têkildarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û gotinên Erdogan yên derbarê Rêber Apo de jî ku gotibû wê Seleheddîn Demîrtaş hesap bide Rêber Apo, hevserokan wiha gotin;

“Ne hiqûqî ye ku mirov gotinên aktorekî siyasî ku nikare dengê xwe bigihîne raya giştî, ji xwe re bike amûra propagandayê, ev nayê qebûlkirin.

Me berê jî got; deriyê Imraliyê vekin, fikrên Ocalan çi bin bila raya giştî rasterast jê bibihîse.

Ji bilî vê her tiştê ku tê kirin bêmane ye. ”

Newroz Ûysal: Têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo me dosyayek pêşkêşî DMME’yê kir

Li aliyê din yêk ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û parêzera Rêber Apo Newroz Uysal têkildarî tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo ji ajansa ANF’ê rê axivî.

Newroz Uysal diyar kir ji bo hevdîtîna bi Rêber Apo re pêk were gelek caran serlêdan kirine û serlêdanên wan dewam dikin.

Newroz Uysal bal kişand ser bêdengiya sazî û dezgehên hiquqî û mafê mirovan û got:

“Tecrid û gelek binpêkirina mafan ku di şexsê Rêzdar Ocalan de heta niha hatin rojevê, dema ku li ser hin kesên din jî tê bicihanîn û berfireh dibe ji nû refleksek çêdibe. ”

Parêzer Newroz Uysal di dawî de da zanîn wan têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Apo û binpêkirinên Tirkiyê yên di warê hiqûqî de dosyeyek pêşkeşî DMME kirine.

Back to top button