Li Iraqê rêveberiya YNKê wê bi Berhem Salih re bicive

Hewldanên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û hilbijartina serokkomar di rojevê de ne.
Îro Rêveberiya YNK’ê bi amadebûna serokkomarê Iraqê, dicive. Li aliyekî din Nêçîrvan Barzanî jî çû Necefê û li ser avakirina hikûmeta nû bi Muqteda Sedir re dicive.

Xebatên ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê û hilbijartina Serokkomar, dewam dikin.

Di vî alî de li Başûrê Kurdistanê krîza namzetiyê ya serokkomariyê di navbera PDK û YNK’ê de derketiye pêş.

YNK der barê krîzê di asta bilind de dicive.

Li gorî endamê polîtburoya YNK’ê Seedî Ehmed Pîre, îro wê rêveberiya YNK’ê bicive.

Li gorî ajansa Rojnewsê civîn li Silêmaniyê û bi amadebûna serokkomarê Iraqê Berhem Salih wê pêk were.

Mijara serke ya civîna rêveberiya YNK’ê jî, wê namzetiya Berhem Salih ya ji bo serokkomariya Iraqê be.

Nêçîrvan Barzanî bi Muqteda Sedir re hevdîtinek pêk anî

Li aliyekî din serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel çend rayedarên din çûn Necefê.

Ev serdan jî ji bo hevdîtina bi Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir re, pêk hat.

Di civînê de, rewşa siyasî û avakirina hikûmeta Iraqê, rojevên sereke yên civînê bûn.

Duh jî Fermandarê Hêzên Qudis ên Îranê Îsamîl Qaanî li Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesud Barzanî re, civiyabû.

Ev civîn jî, ji bo çareserkirina pirsgirêka namzetiyê ya di navbera YNK û PDK’ê de bû.

Tê gotin ku Qaanî ji Mesud Barzanî xwestiye namzetê PDK’ê Hoşyar Zêbarî û namzetê YNK’ê Berhem Salih xwe vekişînin.

Qanî xwestiye bi riza YNK û PDK’ê namzeteke nû were diyarkirin.

Heya niha namzetê fermî yê YNK’ê ji bo serokkomartiya Iraqê, Berhem Salih e.

Back to top button