Şêniyên bajarê Minbic û gundewarê wê şehîdên meha Çileyê li ser gorên wan bi bîr anîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan, şêniyên bajarê Minbic, saziyên sivîl û leşkerî, tevlî merasîma bibîranîna şehîdên meha Çileyê bûn.
Merasîm, li goristana Şehîdan a başûrê bajar hate lidarxistin.
Di destpêka merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Şêx hemû şehîdên di oxira vejînkirina welat de canê xwe feda kirine, silav kir û got:
“Şehîd mûmek in ji bo zindîkirina kesên din dişewitin.”
El-Şêx soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadî, edalet û wekheviya di civakeke exlaq û polîtîk de da.
Merasîma bibîranînê bi vêxistina mûmên li ser gorên şehîdan bi dawî bû.