DYA û tifaqên wê yên li Asyayê li hember Çînê dibin yek

Dijberên Çînê careke din li hev dicivin. Wezîrên Karên Derve yên DYE, Awistralya, Japonya û Hindistanê bi dijminahiya Çînê civiyan. Armanca sereke ya kombûyê jî kêmkirinahêza Çînê li herêma Asya Pasîfîk û xurtkirina tifaqa Qûad e.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA û tifaqên wên yên li Asyayê îro li bajarê Melboûrne yê Awistralyayê li hev civiyan.

Serokwezîrê Awistralyayê Scott Morrîson qala têkiliya dijwar a di navbera welatê xwe û Pekînê de kir û diyar kir ku vê koma ji bo sazkirina hevkariyê ya demokrasiyên li ser heman fikrê gelekî girîng e.

Morrîson got; “Em di cîhaneke parçebûyî û şer de dijîn.

Li hemberî kesên dixwazin me bitengijînin em li ber xwe didin.”

Serokwezîrê Awistralyayê navê Çînê neda û diyar kir ku her sê hevkarên wan zexta li ser Awistralyayê fêm dikin û ev yek aramiyeke mezin li gel wan ava dike.

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Antony Blinken jî beriya hevdîtinan ji rojnameya The Aûstralîanê re axivî û got;

“Li gorî min armanca sereke ya Çînê ev e, ne bi tenê li herêmê li cîhanê jî bibe hêza xurt a leşkerî, ekonomîk, dîplomatîk û siyasî.”

Koma Qûadê di sala 2007’an de hate avakirin.

Piştî deh salan dema di navbera Çîn û Hindistanê de li ser sînor şer çêbû û Çînê li Derya Çîn a Başûr leşker bi cih kir, ev avadanî kete pratîkê.

Wezîrê Karê Derve yê Japonyayê Yoshîmas Hayashî jî di meha Çileyê de li parlementoya xwe îddîa kiribû wê Qûad li herêma Asyaya Pasîfîk ‘pergaleke li gorî dewleta hiqûqê, azad û vekirî’ pêk bîne.

Blinken beriya civînê diyar kiribû her çi qas Ûkrayna li ser bala wan e, di heman demê de got; “Cîhan mezin e. Berjewendiyên me jî global e.

Wekî ku hûn hemû dizanin bala me bêtir li ser herêmên Asya-Pasîfîk û Hînt-Pasîfîkê ye.”

Back to top button