Dagirkeran ji Erînê 4 welatiyên din revandin

Artêşa Tirk û Çeteyan xwe bê navber hovîtiya xwe li ser şêniyên Efrînê didomîne.

herî dawî hat ragihandin ku ji gundê Îska yê Şêrawa 4 kes revandin.

Çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Îska ya navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya dagirkirî 3 mêr û jinek revandine û hincetên revandina wan nehatine zanîn.

Navên kesên ravandî wiha ne:

Hemîde Mihemed Mistefa, Şiyar Ehmed Şêxo Mistefa, Fîras Mistefa Kêfo, Rûdî Rifet Kêfo.

Li dorî agahiyên bi dest ketin, çeteyan ew kesana birin navenda çeteyan a li gundê Îska.

Hêjayî bi bîrxitinê ye ku di nava hersî rojên bihûrî de jî Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hêkiçê û Merwaniya Jêrîn ên navçeya Şiyê ya Efrînê 3 welatî revandin.

Her wiha çeteyan li gundê Dêr Sewan ê Şerayê jî zêdetirî 700 darên zeytûnan birîn.

Back to top button