Li çola Tedmurê, li dijî erebeyeke hêzên hikumeta Şamê êriş pêk hat. Di encamê de 13 leşker, di nav de Fermandarek hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.
Ajansa “SANA”ya girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî ragihand:
“Saet 13:30’an, li beyara Tedmurê, li rojhilatê stasyona Sêyemîn li dijî erebeyeke wan ya leşkerî bi hemû cure çekan êriş pêk hat…
Di encama êrişê de, yek jê fermandar 13 leşker hatin kutştin û 18 jî birîndar bûn.