IRAQ 188 ZAROKÊN DAIŞ’Ê RADESTÎ TIRKIYÊ KIRIN

Dadgeha Lêkolînê ya Iraqê 188 zarokên DAIŞ’iyan radestî dewleta Tirkiyê kir.

Berdevkê Meclîsa Bilind a Dadwerî ya Iraqê Ebdulstar Beyreqdar li ser mijarê daxuyanî da.

Ebdulstar Beyreqdar diyar kir ku dadgeha Lêkolînê ya Navendî ya Iraqê ku berpirsê dosya teroristan û tawanbarên biyanî ye, 188 zarokên DAIŞ’iyan ji Iraqê radestî Tirkiyê kirine.

Beyreqdar diyar kir ku hejmarek kêm a wan kesan temenê wan gihîştiye.

Û sûcê wan ê ji ber derbaskirina sînor û derbasbûna karta nîştecihbûnê li Iraqê bi dawî bûye.

Beyreqdar eşkere kir ku heta balafirgeha ku wê lê biçûyan welatê xwe di bin çavdêriya wan de pêk hatiye.

Her wiha got,

Di dema radestkirinê de Nûnerên Wezareta Derve ya Iraqê, konsolosxaneya Tirk û rêxistina UNAMI jî amade bûn.

Leave a Reply

Back to top button