Şervanên QSD’ê Ehmed Mihemed Yasîn binasnav Agirî û Hesen Hessan El-Taha dema li ser erka xwe bûn li gundewarê Dêrazorê şehîd bûbûn.
Bi sedan şêniyên bajarokê Ebû Xeşeb û gundewarê Dêrazorê bi merasîmekê, herdu cangoriyan bi karwaneke erebeyan birin Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê.
Li goristanê li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan, meclisên herêmî, Meclisa Qanûnsaz, Rêveberiya Jin a Dêrazorê û QSD`ê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya wan dan.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehydan bi tilîlên daykan hatin oxir kirin.