LI GUNDEWARÊ IDLIB Û HEMAYÊ DI NAV DE ZAROK 18 SIVÎLÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Rewşa şer û bombebaran li herêmên gundewarê Idlib û Hemayê dewam e. Di encama bombebarana li van herêman de di nav de 3 zarok, 18 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Ji bo parastina sivîlan jî Yekîtiya Ewropayê bang li aliyên şer kir.

Rejîma Sûrî bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsiyayê operasyonên xwe yên leşkerî li gundewarê Idlib û Hemayê dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku rejîma Sûrî bi zêdetirî 100 êrîşên esîmanî û 60 bermîlên teqemeniyê gundewarê Idlib û Hemayê bombebaran kir.

Herêmênên ku hatin bombebarankirin Xan Şêxon, Hibêt, Kefer Zêta û gundê Abdînê ne.

Çavdêriyê diyar kir ku di encam de di nav de zarok û jin, 18 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

YEKÎTIYA EWROPAYÊ
JI BO PARASTINA SIVÎLAN LI IDLIBÊ, BANG KIR

Yekîtiya Ewropayê ji bo parastina sivîlên li herêmên ku şer li wan diqewime, bang li Tirkiyê, Rûsiya, Îran û Rejîmê kir.

Berpirsa karûbarên derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini diyar kir ku divê rejîm û dewletên garanto parastina sivîlan pêk bînin, nemaze yên hatine dorpêçkirin.

JAMES JEFFREY:
JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRÎ, EMERÎKA Û RÛSYA DANÛSTANDINAN DIKIN

Nûnerê Emerîkayê li Sûriyê jî James Jeffrey ji aliyê xwe ve ragihand ku DYE û Rûsya ji bo çareserkirina aloziya Sûrî di nava dan û standinan de ne.

Jeffrey diyar kir ku çareserî dê li ser asasê pabendiya rejîma Sûrî bi biryara NY a jimar 2254 be.

Nûnerê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey tekez kir ku ji xalên ku Emerîka û Rûsiya dê li ser nîqaş bikin, rawestandina şerê li Idlibê ye.

Leave a Reply

Back to top button