Li Mabatayê cenazeyê welatiyê bi navê Ridwan Ebd-Elrehîm hat dîtin

Sûc û hovîtiya çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bê navber dewam dike.
Welatiyê bi navê Ridwan Rehîm Henan ku beriya du hefteyan hatibû revandin, di nava bexçeyê xwede kuştî hate dîtin.
Li Gundên Şiyê û Şera jî 5 kesên din hatin revandin.

Sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê bênavber dewam dikin.

Welatiyên ku li Efrînê mane rojane rastî kuştin, revandin, dizî û tanlankirinê tên.

Malpera Efrîn Post ragihand ku welatiyê Efrînî yê bi navê Ridwan Rehîm Henan yê 47 salî yê ji Gundê Mezin, ku beriya du hefteyan hatibû revandin, duh di nava baxçeyên zeytûnê ên li navçeya Mabata kuştî hate dîtin.

Hat diyar kirin nîşaneyên êşkenceyê li ser laşê wî hebûn.

Li gorî malperê, di navbera Ridwan û serçeteyê bi navê Mûtaz El-Ebdelah yê ji koma Firqet El-Hemzat de nakokî hebûn.

Hat gotin Ridwan ji serçete dixwest ku çete ji mala wî ya ku desteserkiribûn derkevin.

Li gorî malperê, serçete Mûtaz gefa kuştinê li Ridwan xwaribû.

Li gundê Şiketa yê bi ser navçeya Şiyê 3 kes ji malbatekê hatin revandin

Li Gundê Şiketa ya bi ser navçeya Şiyê jî, çeteyên Cebhet El-Şamiye jinek di nav de, 3 kes ji malbatekê revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Navên kesên ku hatine revandin wiha ne:

  • El Xelîlo yê 38 salî
  • Meryem Xelîlo ya 30 salî
  • Mihemed Xelîl

Li gundê Qurtqulaqê yê bi ser navçeya Şera du jin hatin revandin

Li Gundê Qurtuqlaqê yê bi ser Navçeya Şera jî, çeteyên Sultan Murad du jinên bi navê Riweyda û Fatime Mihemed revandin ku beriya wê bi 3 rojan jî hevjînên wan revandibûn.

Li Aliyê din, dorpêça çeteyên Sultan Murad li ser gundê Qurtuqlaqê û qedexekirina çûnûhatinê ji çar rojan ve dewam dike.

Ji ber ku şêniyên gund vegeriyane warên xwe û daxwaza malûmilkên xwe dikin, çeteyan ji gund 29 kes revandine û hemû cureyên êşkence û heqaretê li wan dikin.

Çeteyan 4 malên welatiyên Efrînê yên li navebda bajarê Efrînê firotin

Tevî kuştin û revandinan, desteserkirina malûmilkên welatiyên Efrînê jî dewam dikin.

Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyên li Taxa Eşrefiyê ya Efrînê, 3 malên malbatên Ereb ên ji êla Boxemîs, ku beriya du rojan ji ber kiryarên çeteyan berê xwe dabûn herêmên Şehbayê, desteser kirin.

Hat gotin, çeteyan mala welatiyê bi navê Naso Mihemed Şêxemok yê li Taxa Eşrefiyê, û 3 malên welatiyê bi navê Mihemed Hemdo yên li Efrînê firotin.

Back to top button