Dîwana Hevserokatiya ya KONGRA – GEL Newroza sala 2022’an pîroz kir û got “Meşa azadiyê ya ku di Newroza 73’an de dest pê kir, Kawayê hemdem Mazlûm Dogan agirê berxwedanê bilind kir. Bi agirê Zekiye, Rehşan, Ronahî û Semayê agirê Newrozê gur bû.”
Dîwana Hevserokatiya ya KONGRA-GEL bi peyameke nivîskî Newroza sala 2022’an pîroz kir.
KONGRA-GEL diyar kir destpêka meşa tekoşîna azadiya Kurdistanê, roja Newrozê ye û wiha got:
“Rêber Apo 49 sal berê di Newroza 73’an de bi komek hevalên xwe dest bi meşa azadiyê kir.
Bi Newroza îsal jî em ê bikevin 50’yemîn sala têkoşîna Rêber Apo û meşa azadiya gelên Kurdistanê.
Meşa azadiyê ya ku di Newroza 73’an de dest pê kir, Kawayê hemdem Mazlum Dogan agirê berxwedanê bilind kir.
Bi agirê Zekiye, Rehşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema her çû agirê Newrozê hat gurkirin.”
KONGRA-GEL destnîşan kir ku ew wek tevger bi biryar in ku sala 2022’an bikin sala têkçûna faşîzmê û bikin sala azadiya Rêber Apo
KONGRA-GEL bang li herkesî kir ku bi girseyî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.