Di 18’ê Adarê de, dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê jinek û kurê wê revandin.
Hat ragihandin çeteyên dewleta Tirk ku navê “polîsên leşkerî” li wan hatine kirin, Jina bi navê Fîdan Mehmûd Henan a 61 salî û Mistefa Semîr Cemal yê 42 salî ji gundê Dar-girê yê navçeya Mabatayê revandin.
Hat diyar kirin ku çeteyan bi hiceta ku pîrejinê serdana keça xwe ya di girtîgehên çeteyan de kiriye, bi ser mala wê de girtine û ew revandine.
Çeteyan kesên ku revandin birine cihekî nediyar û heta niha derbarê rewşa wan de agahî nehatine girtin.
Her wiha hat ragihandin keça Fîdan a bi navê Ceylan Semîr Cemal ya 26 salî jî ku dayîka 2 zarokane, ji aliyê çeteyan ve hatiye girtin.