Sibê wê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên navendî yên Newrozê bên lidarxistin. Îro jî Newroz bi çalakiyên cihêreng hat pîrozkirin. Li Kobanê, Tebqa û Kampa Serêkaniyê agirê Newrozê hat pêxistin.
Ev hefteyeke şahî û pîrozbahiyên Cejna Newrozê bi coş û heyecaneke mezin tên lidarxistin.
Îro jî weke her carê li gelek deverên herêmê şahî hatin lidarxistin û gel bi hev re agirê azadiyê vêxistin.
Li Kobanê Rêveberiya Xweser a herêma Firatê daxuyaniyek da û bang li hemû pêkhateyan hate kirin ku beşdarî şahiya Newrozê ya ku wê li ser Girê Miştenûrê lidarbikeve, bibin.
Li aliyekî din jî şahî li Kobanê hate lidarxistin û govend hate gerandin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê jî şahiya Newrozê ji bo şagirt û mamosteyan li darxist.
Di şahiya Newrozê ya li Tebqayê de jî gelek axaftin hatin kirin û tê de bal hate kişandin ser azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.
Pişt re agir hate vêxistin û govend hatin gerandin.
Her wiha li Kampa Serêkaniyê, şahiya pîrozkirina Newrozê ji koçberên Serêkaniyê re hate li dar xistin, govend hatin gerandin û şanoyek hate pêşkêşkirin.
Li navçeya Tirbespiyê ya bajarê Qamişlo ji bo Newrozê pênagava paqijkirinê hat destpêkirin û şahî hatin lidarxistin.
Li Reqa, Dirbêsiyê, Hesekê û Til Temirê jî Komîteya Amedekar a Newrozê cihê şahiyên navendî yên Newrozê dixemilînin