TEV-DEM’ê li bajarê Qamişlo û Hesekê pêngaveke paqijiyê daye destpêkirin.
Endamê wê Ayid Îbrahîm dibêje ku wê pêngav li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam bike.
28’ê Adarê TEV-DEM’ê bi slogana “Paqijkirina bajêr paqijkirina civakê ye” pêngavek paqijiyê da destpêkirin.
Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Ayid Îbrahîm têkildarî pêngavê diyar kir ku dê mehekê dewam bike û got:
“Pêngav dê derbasî kolan, tax, bajarok, navçe û bajaran bi giştî bibe û wê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam bike.”
Ayid Îbrahîm bang li gelê herêmê kir ku bi pêngava wan re alîkar bin da ku pêngav bi encam bibe.