Mehmet Ocalan, bi boneya Cejna Remezanê çû Îmraliyê û serdana Rêber Ocalan kir. Mehmet Ocalan anî ziman ku di serdanê de Rêber Ocalan wiha gotiye: Dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam nastînin.
Divê rê û rêbazên ku aştiya bi rûmet pêş dixe bên pêşxistin.
20 SAL IN DIÇIM ÎMRALIYÊ YEKEM CAR DI LÊGERÎNEK WISA XERAB RE DERBAS DIBIM
Birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan piştî çû hevdîtin bi Rêber Ocalan re kir û şûnde têkildarî naveroka hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamiya re axivî.
Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê û naveroka hevdîtinê agahî dan û got:
“20 salin diçim Îmraliyê û têm.
Lê yekem car di serdana dawî de rastî lêgerînek kûr û giran hatim.
MEHMET OCALAN:
OCALAN PEYAMA ‘ÊDÎ BILA FIKARAN NEKIN’ DA GELÊ ŞENGALÊ
Mehmet Ocalan, got ku Rêber Ocalan der barê gelê Şengalê de ev peyam da :
“Ji Şengalê heta Reqqayê gelê Êzidî li qadek pir fireh rastî komkujiyê hat.
Lê me hemû kesên li vê qadê komkujî kirin tar û mar kirin.
Em di tolhildana gelê Êzidî de bi ser ketin. Ji ber vê yekê em kêfxweş in.
Ez ji gelê Şengalê re hurmet û rêzdariyên xwe yên bêdawî dişînim. Bila êdî ew nekevin nava fikaran.
RÊBER OCALAN:
JI BO AZADIYÊ DIVÊ TÊKOŞÎNEK MEZINTIR BÊ PÊŞXISTIN
Mehmet Ocalan bal kişand ser nerîna Rêber Ocalan a der barê rewşa Bakurê Sûriye û wiha lê zêde kir:
“Birayê min Ocalan li ser meseleya Bakurê Sûriye jî got:
‘Divê gelê Bakurê Sûriye ji bo azadiyê bêtir têbikoşe.
Lê divê hemû gelê Sûriye tevê vê têkoşîna azadiyê were kirin.
Gelên din jî tev li vê tekoşînê bike.
Divê ji bo Yekîtiya Sûriye hemû gelên Sûriyê jiyana hevpar ava bikin.
Ger ku vê yekê pêş bixin wê bi ser bikevin û tu hêz wê nikaribe wan.”
RÊBER OCALAN:
DEWLETA TIRK BI POLÎTÎKAYÊN ÎNKAR Û ÎMHAYÊ ENCAM NAGIRE
Mahmet Ocalan, destnîşan kir ku Ocalan bal kişandiye ser grevên birçibûnê û wiha lê zêde kir:
“Ocalan got: