Rêveberiya Xweser Cejna Paskalayê li Xiristiyanên herêmê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku li seranserê cîhanê aştî pêk were.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi peyamekê cejna Paskalayê pîroz kir û got:
“Em Cejna birayên xwe yên Xiristiyan ên li cîhanê, Sûriyê û bi taybet yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin.”
Rêveberiya Xweser di dawiyê de hêvî kir ku ev cejn bibe cejna hezkirin, aştî û aramiyê.