Êrişên dewleta Tirk a dagirker her ku diçe li ser herêmê zêde dibin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Zirgan, Til Temir û Mihsenlî yê Minbicê topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi moşekan gundên Tawîle û Til Tawîle yên li rojava başûrê navçeya Til Temirê û nêzî rêya M4 topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên navçeya Zirganê didomîne.
Vê carê gundên Esediye, Xirbet Şiîr û Niwêhat yên bakurê navçeya Zirgan topbaran kirin.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran, gundên navçeya Zirgan a navçeya Hesekê topbaran kirin
Di encamê de zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan, binesazî û saziyên xizmetguzarî yên navçeyê û windahî çêbûn.
Balafireke bê mirov a bi çek li gundê Mihsenlî yê Minbicê xist
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker gundê Mihsenlî yê Minbicê xist.
Lê girêdayî ziyanan ti agahî nehatin bidestxistin.