Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE ragihand ku hêzên wan li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û Şehbayê çalakî li dijî hêzên dagirker pêk anîne. Hat ragiahndin di encama van çalakiyan de 14 dagirker hatin kuştin..
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiyên hêzên Rizgariya Efrînê didomin..
Hêzên Rizgariya Efrînê HRE bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîn a dagirkirî û Şehbayê çalakî pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di encama van çalakiyan de 14 çete hatine kuştin..
Daxuyaniyê de derbarê çalakiyan de ev agahî hatin parvekirin;
23’ê Nîsanê, li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê, li hember maşîneyeke çeteyên dagirker çalakiyek hate lidarxistin û maşîne hat teqandin.
Heman rojê, 2 çalakiyên sekvanî li pêşiya gundê Malikiyê hatin lidarxistin û li vir 2 çete hatin kuştin.
24’ê Nîsanê, hêzên me li pêşiya Bendava Şehbayê, li dijî baregeheke çeteyên dagirker çalakî li dar xistin.
Di vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Heman rojê, di çalakiyeke sekvanî de li gundê Samûqa çeteyek hat kuştin.
30’ê Nîsanê, li gundê Kîmarê, hêzên me bi ser baregeheke artêşa Tirk a dagirker de girtin.
Di vê çalakiyê de baregeh û çeperên dagirkeran hatin rûxandin,7 dagirker hatin kuştin û gelek dagirker jî birîndar bûn.
Hejmara birîndaran nehat zelalkirin.
Her wiha 2 çekên Kilaşinkov û hinek alavên teknîkî hatin desteserkirin.”
https://youtu.be/VFvwNRyNu2I