Welatiyên Til Koçerê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Lorans Xidêr spart axê.
Merasîm bi deqeyek rêz li ser giyanê şehîdan li Goristana Şehîd Uqab El-Eswed a Til Koçerê pêk hat.
Hate diyarkirin ku şehîd Lorans Xidêr dema li ser erka xwe bû di i3’yê Gulanê de şehîd bû.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Paşê cenazeyê şehîd bi tilîliyan spartin axa pîroz.
Nasnameya Şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Lorans Xidêr
Navê bav: Medlol – Navê dê: Reyûf
Cih û dîroka şehadetê: Deriyê Sêmalka, 03.05.2022