AGIRBESTA RÛSYA-TIRKIYE LI IDLIBÊ BERÎ DEST PÊ BIKE, HAT BIBINKETIN

Bi însiyatîfa Rûsiyayê û bi sponseriya Tirkiyê duh li Idlibê agirbestî hat ragihandin.
Lê ev agirbestî weke hemû agirbestiyên berî xwe gelekî temenkin bû û di hemwextî ragihandina agirbestiyê de, 45 êrîşên esmanî li ser gundewarê Idlibê pêk hatin.

Navenda Lihevanînê Ya Rûsî li Sûriyê Ragihand ku bi serpereştiya Tirkiye û Rûsiyayê agirbest li Idlibê hat ragihandin.

Serokê navendê Vîktor Koptşîşin diyar kir ku ev agirbestî weke ansiyatîfekê bi sponseriya Tirkiye ji aliyê Rûsiyayê ve hat ragihand.

Lê piştî du saetan ji ragihandina agirbestiyê balafirên şer ên rejîmê dîsan dest bi bombebarana gundewarê Idlibê kir.

Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan herêmên Hibêt, Kefer Nubil, Ehsem û Xanşêxonê li gundeawrê başûrê Idlibê bi zêdetirî 45 êrîşên esmanî hat bombebarankirin.

Her wiha balafirên şer ên Rûsiyayê jî bi 4 êrîşên esmanî herêmên Kefer Zêta û غارةXara bombebaran kirin.

Leave a Reply

Back to top button