BALAFIRAN LI AMÊDIYÊ NÊZÎ BAREGEHEKE PDK’Ê BOMBE KIR

Artêşa dewleta Tirk êrîşên xwe li ser xaka Başûrê kurdistanê didomîne.
Doh balefirên şer ên artêşa Tirk li Amêdiyê nêzî Liqa 18’an a PDK’ê bombebaran kir.

 

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li bajarokê Amêdî ya parêzgeha Dihokê benzîn-xaneyek bombebaran kir.

Ev benzînxane jî tenê 50 metre dûrî Liqa 18’an a PDK’ê ye.

Di encama êrîşê de benzînxane bi temamî hilweşiya.

Her wiha balefirên dagirkeriyê kolana Aşkê Dîrê ya li Komelgeha Kanê ku ew jî li nêzê Amêdiyê ye bombebaran kir.

Cihê ku hatî bombebarkirin jî li nêzî malên xelkê ye û riya çûn û hatinê ye.

Heta niha jî Hikûmeta başûrê kurdistanê li himberî êrîşan çav û guhê xwe girtine.

Tvî ku Serokê nû yê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda parastina xaka başûrê kurdistanê xwar, lê roj bê bobebaran derbas nabe.

Leave a Reply

Back to top button