Îro 15 Hezêraniyê ye, salvegera 104’emîn a qirkirina li dijî gelên Xiristiyan e ya di navbera salên 1915-1924’an ku li ser destê Osmaniyên nijadperest pêk hatiye.
Konseya Netewî ya Bis-nahrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ev qirkirin şermezar kir û got:
Înkara Qirkirina Sûryanan hevkariya Sûc e û divê qirkirina sala 1915’an were qebûlkirin.
Konseya Netewî ya Bisnahrînê bi daxuyaniyeke nivîskî qirkirina li dijî gelê Xiristiyan ên di navbeyna 1915-1924’an de bi bîr xist.
Konseya Netewî di daxuyaniya xwe de qirkirina li dijî gelên Xiristiyan şermezar kir û wiha got:
Dewleta Tirk û hikûmetên wê qirkirina li ser gelê me înkar dike, hewl dide Misilmanan jî bi derewên xwe bidin bawerkirin.
Li Mezopotamya û Anatoliyê navê gele dêrîn, olên wan, sembolên wan ên dîrokî û çandî di wêjeya gel de veguherandine ser sixêf û kêmkirinê.
Ên ku ev rastî jî vegotin bi tundî hatine cezakirin.
Hişmendiya çi kesê ku li Mezopotamya û Anatoliyê dijîn, ji ber ku veguheriye ser nexweşiya nîjatperestiyê, çi kesê ne Tirk mîna dijmin têne dîtin.
A herî rast ew e ku rasteqîniyên ku hatine jiyankirin werin qebûlkirin û Qirkirina 1915’an were qebûlkirin.
Konseya Netewî ya Bisnahrînê di dawiya daxuyaniya xwe de hemû şehîdên vê qirkirinê bi hûrmet bi bîr anîn û bang li gelên Tirkiyê û raya giştî kir ku li dijî siyasta înkarkir bê deng nemînin.