Lûtkeya G7 di bin siya şerê Ukrayna û krîza aborî de li Almanya destpê kir

Lîderên welatên G7 di bin siya şerê li Ukrayna û krîza aborî de civiyan.
Lûtkeya ku li Almanya tê lidarxistin, bi rojevên dagirtî despêkir.
Tevî lutkeyê wê, civînên dualî jî pêk were.
Ji ber nêzbûna civîna endamên NATO ya li Spanya jî civîna lîderan girîngiyek zêdetir li xwe digre.

Serokên welatên G7 yên Amerîka, Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya û Japonya ji ber lûtkeyê li Almanyayê kom bûn.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li platforma ku li ber Koşka Elmau hatibû amadekirin lîder pêşwazî kirin.

Piştî pêşwaziyê, lîder beşdarî rûniştina yekem a lûtkeyê ya bi navê “Aboriya Cîhanî” bûn.

Rûniştina duyemîn a lûtkeyê wê “Hevkariya Binesaziyê û berhênanê” be.

Lîder piştî civîna yekem wê hevdîtinên dualî pêk bînin.

Piştre wê lîder beşdarî rûniştina sêyemîn ya binavê “Polîtîkaya Derve û Ewlekariyê” bibin.

Lê roja yekem a lûtkeyê wê bi çalakiya çandî û xwarina şevê ya lîderên G7 bi dawî bibe.

Rojeva sereke ya Lûtkeya Serokên G7 wê şerê Rûsya û Ukrayna û krîza aborî û bihabûna pêwistiyên welatên rojavayî be.

Tê çaverêkirin ku lîderên G7 di lutkeya xwe ya li Almanya de “bi yekîtî” tevbigerin da ku piştgiriyê bidin Ukraynayê û zexta li ser Moskowê zêde bikin.

Wekî din, tê çaverê kirin ku serokên welatên dewlemend xwe ji cezayên ku dikarin enflasyonê li welatên wan zêde bikin û bandorek neyînî li ser hêza kirîna xelkê bike dûr bixin.

Hat diyarkirin ku di lûtkeyê de wê pêkanînên bazirganî û aborî yên Çînê yên ku di salên dawî de aboriyên Rojava di nav zehmetiyan de dihêle jî bên nirxandin.

Back to top button