Desteya Çandê ya bajarê Hesekê semînerek li ser mijarên pêşxistina karê rêveberî û çawaniya rêbazên danûstandina bi pirsgirêkan re di saziyên sivîl û leşkerî de, lidar xist.
Bi dehan rewşenbîr û endamên saziyên sivîl û leşkerî di semînerê de beşdar bûn.
Semîner der barê têgeha rêveberî, pergala wê û siyasetên rêxistinî û rêbazên danûstandina bi wan re de bû.
Di semînerê de sê beş hatin nîqaşkirin .
Şêwirmendê rêveber Yasir Xezî daxwaz kir ku karê rêveberî qonax bi qonax bi pêş keve û ew pêşketin di nava hemû karmendan de bê belavkirin.
Di dawiya semînerê de beşdaran, berpisyariya rêveberan ji bo rawestandina astengî û zehmetiyan nîqaş kirin.