Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ebdurezaq El-Ewad bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê hat oxir kirin.
Mihemed Ebdurezaq El-Ewad ji ber krîza dil di 4’ê Tîrmehê de şehîd bû.
Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û endamên saziyên sivîl û leşkerî di merasîmê de amede bûn.
Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El-Ehmed û ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şedadê Semîr Dibis axivîn.
Di axaftinan de sersaxî da malbat şehîd û soza berdewaniya riya şehîdan hate dubarekirin.
Pişt re wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate oxirkirin.