Rûspiyên eşîrên Tirbespiyê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê helwesteke xurt nîşan bide.
Rûspiyê eşîra Kasha û endamê Komîteya Lihevanînê ya bajarokê Til Marûf, Seîd Nayîf komkujiya li Zaxo şermezar kir.
Seîd Nayîf anî ziman ku armanca Tirkiyê ew e ku gelan, di serî de gelê Kurd qir bike û dîroka osmanî ya xwînêj dûbare bike.
Nayîf dibêje dibê hikûmeta Başûr nebe hevkarê van sûcan û bang lê kir ku li hember van êrişan helwestekê nîşan bide.
Rûspiyê eşîra Hecî Silêman ê gundê Til Şeîr ê Tirbespiyê Faris Hacî Silêman jî derbarê mijarê de axivî û got:
”Divê bi hemû rêbazan li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk were sekinandin.”