Asayîşê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Asayîşê eşkere kir ku endamê wan Husên Ewad El-Ferec dema erka xwe bi cih dianî, li Tebqayê şehîd bû.

Her wiha di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê nasnameya şehîd wiha ye.

  • Navê şehîd: Husên El-Ferec
  • Navê Bav: Ewad
  • Navê Dayikê: Werde
  • Cih û dîroka tevlîbûnê: Tebqa 20/5/2017
  • Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 3/8/2022.

 

 

 

Back to top button