Dr. Kamûran Berwarî: Li dijî êrişên Tirkiyê divê Başûr û Iraq helwestên xwe biguherînin

Dr. Kamûran Berwarî der barê êrişên Tirkiyê yên dawî dibêje: “Ji ber êrişên dewlewta Tirk ti serweriya Iraqê nemaye. Li dijî van êrişan êdî gel bêdeng namîne.”
Berwarî tekez kir divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraq gavên cidî li dijî dewleta Tirk biavêjin.

Li ser êrişên dawî yên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê, taybet komkujiya li Zaxoyê Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê Dr. Kamûran Berwarî, nirxandin kir.

Kamûran Berwarî, helwesta Hikûmeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê li hember êrişan rexne kir û ev got:

” Dewleta Tirk ji sala 1991’ê heta îro li başûrê Kurdistanê komkujiyan pêk tîne û rayedarên Iraqê derveyî çend axaftinên şermok hewlesteke cidî nîşan nedidan

Lê di vê komkujiya dawî de ji ber helwesta gel, hikûmeta Iraqê li gor salî borî helwesteke baştir nîşan da.

Rayedarên başûr jî li şûna li dijî komkujiyê xwedî helwest bin, pêşî li nerazîbûnên gelên di vî alî de, girtin.

Ev jî nîşaneya hevkariya wan a komkujiyê ye.”

Kamûran Berwarî da xuyakirin ku ji ber êrişên dewlewta Tirk ti serweriya Iraqê nemaye û wiha domand:

“Zêdetirî 100 baregehên dewleta Tirk li ser axa Iraqê hene.

Çêkirina van bargehan li ser esasê dagirkirina Iraq û Başûrê Kurdistanê ye.

Ji salên 1990’î ve serweriya Iraqê tê binpêkirin û ti serwerî ji bo Başûrê Kurdistanê jî nemaye.

Li dijî vê yekê êdî gel bêdeng namîne.

Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraq gavên cidî li dijî dewleta Tirk biavêjin.”

Dr. Kamûran Berwarî: Divê leşkerên Tirk ji axa Başûrê Kurdistanê derkevin

Berwarî da zanîn ku di meha derbasbûyî de zêdetir hezar û 898 caran çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê hatine bikaranîn û ev hovîtî êdî nema tê qebûlkirin.

Kamûran Berwarî bang li hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistnê kir ku leşkerên Tirk ji axa Başûrê Kurdistan û Iraqê derxînin û got:

“Ger ev hêz bi erka xwe ranebin jî gel bi çalakiyên xwe dikarin dewleta Tirk ji axa xwe derxînin.”

Back to top button