Enrique Mora : Di be ku di nava 72 saetan de bi Îranê re lihevkirinek pêk were

Rêveberiya Tehranê êdî dixwaze di peyamana nukleerî de gavên şênber werin avêtin. Berpirsê danûstandinê yê YE ji bo dosyaya nukleerî eşkere kir ku dibe di nava 72 saetan de lihevkirinek pêk were.

Piştî navberekê civînên ji bo vegera li peymana nukleerî ya bi Îranê re, li Viyanayê pêk tên.

Di roja duyem a civînê de, peyamên erênî derdikevin.

Berpirsê danûstandinan ê YE yê bi dosyaya nukleerî ya Îranê erkdarkirî Enrique Mora ser mijarê ji çapemeniya Îranê re axivî.

Mora got: “Dibe ku di nava 72 saetên bê de, bi Tehranê re lihevkirinek pêk were.”

Berpirsê YE di heman demê de diyar kir ku ev yek nayê wateya bidawîbûna danûstandinan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 3 welatên Ewropayê yên têkildarî peymana nukleerî ya Îranê, doh bang li Tehranê kirin ku “daxwazên neaqilane” di danûstandinan de pêşkêş neke.

Tehran: Em ji Amerîka li benda bersiveke rastin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan jî diyar kir ku êdî ew ji rêveberiya Amerîka li benda bersiveke rasteqînin.

Back to top button