Îsraîl: Fermandarê Lîwa Şehîdên El Eqsa hat kuştin

Careke din bi nêzbûna hilbijartina li Îsraîlê re, êrişên li dijî Filistîniyan dijwar bûne.
Artêşa Îsraîlê li dijî Şerîa ya Rojava oparasyonek berfireh pêk anî.
Di nava wande fermdanarekî Lîwaya Şehîdên El Aqsa jî di nava de, 4 Filistînî hatin kuştin.69 kes jî li nexweşxaneyan têne dermankirin.

Li Şerîeya Rojava êrişên Îsraîl yên li ser Filistîniyan dijwar bûne.

Hat ragihandin ku di van êrişan de, 4 Filistînî hatine kuştin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de hat ragihandin ku 69 kesên ku di êrîşê de birîndar bûne hîna dibin çavdêriya bijîşkan de ne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nava kuştiyan de endamê payebilind ê Lîwaya Şehîdên El-Eqsayê Îbrahîm El Nablûsî jî heye û El Nabulsî jî di dema lêgerîna malekê de li bajarê Nablusê hatiye kuştin.

El-Nabulsî ku tê îdiakirin ku di gelek êrîşên li dijî Îsraîlê de cih girtiye, fermandarê Lîwaya Şehîdan a El-Eqsayê bû, ku baskê çekdarî yê partiya Fetih li Şerîeya Rojava ye.

Rayedarên Îsraîlî diyar kirin di serdegirtina ku polîs û servîsên îstîxbaratê jî beşdar bûne de “terorîstekî din ê ku di malê de bû hat kuştin.”

Îsraîlê ragihand ku li bajarê Nablusê di navbera artêşa Îsraîlê û filistîniyan de pevçûn derket û leşkerên wan ji herêmê bê zirar derketin.

Serokwezîrê Îsraîl Yair Lapid pîrozbahî li hêzên ewlekarîyê kir û got:

Jiber “operasyona hesas û pir serketî ya ku li ser alîyê Îsraîlî bê wendahî hat kirin.”

Lîwaya Şehîdan a El-Eqsayê ragihand ku wê ji qetilkirina El Nabulsî re “di heman astê de bersivekî bidin.”

7’ê Tebaxê, Îsraîl û Tevgera Cîhada Îslamî li ser agirbesteke bi navbeynkariya Misirê li hev kirin.

Di demekî ku Îsraîl got, ew ê mafê “bersivdana bi biryar” bidin, Cîhada Îslamî ragihand ku ew amade ne bersiva “her cure êrîşekê” bidin.

Artêşa Îsraîlê di van mehên dawî de hema hema her roj li Şerîeya Rojava operasyonan pêk tîne.

Ji dawiya meha Adarê ve herî kêm 57 Filistînî li herêmê hatin kuştin.

Leşker bi taybetî Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê dike armanc.

Di êrişa dawî ya li ser xezayê de, 16 jê zarok 46 kes hatin kuştin û 360 jî birîndar bûn.

Back to top button