QSD’ê bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di meha de Tebaxê de eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê meha tebaxê di encama êrişan de, 39 kes şehîd bûn, ji wan 16 ji hêzên parastinê û 4 leşkerên Hikûmeta Şamê. Her wiha 47 kes jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên di meha Tebaxê de eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê bîlançoya êrişan wiha ne: “Gundên navçeya Şêrawa; Bênê, Aqîbê, Çetel Ziyaretê, Tineb, Meyase 24 caran bi 766 top, fuze û hawana hatin hedefgirtin.
Di encamê de zarokek û leşkerekî Hikûmeta Şamê birîndar bûn.
Navçeya Til Rifaet û gundên wê 46 caran hatin hedefgirtn.
3 caran bi balafirên bêmirov bazara navçeyê û xaleke hêzên Hikûmeta Şamê hatin hedefgirtin.
623 top û hewan li heêrmê hatin xistin.
Di encamê de 6 kes şehîd bûn û 16 sivîl jî birndar bûn.
Navçeya Eyn Îsa, gundên wê û rêya M4 41 caran bi 412 top û hawanan û 2 caran jî bi balafirên bê mirov hatin hedefgirtin.
Di encamê de, ziyanên mezin li milkên welatiyan û stasyona ava gundên Hîşe û Fatisê bûn û elektrîk li ser gundan qut bû.
Gundên navçeya Til Temirê 25 caran bi çekên giran û 3 caran bi balafirên bê mirov hatin topbarankirin.
Di encama êrişan de 2 endamên Meclisa Leşkerî ya Suryanî, 6 sivîl şehîd bûn, ji wan 4 xwendekarên keç bûn, 2 jê leşkerên Hikumeta Şamê 5 kes jî birîndar bûn.
Dagirkeriya Tirk 3 caran bi balafirên bê mirov, 24 caran bi hawanan navenda bajarê Qamişlo û gundên Dirbêsiyê û Tirbespiyê hedef girtin.
Di encamê de 5 sivîl şehîd bûn ji wan 2 zarok bûn, her wiha 9 şervan ji wan 4 ji şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûn, 8 jê zarok 19 kes jî birîndar bûn.
Dagirkeriya Tirk 4 caran bajarê Kobanê û gundên wê hedef girt.
Di encamê de 2 sivîl ji wan 1 zarok û 4 leşkerên Hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Bajarê Amûdê û gundên wê 5 caran bi çekên giran û 3 caran bi balafirên bê mirov xaleke Hêzên Erkaxweparastinê û xalake hêzên hikumeta Şamê hatin hedefgirtin.
Di encamê de 5 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûn.
Gundên rojavayê Girê Spî 6 caran bi topan hatin hedefgirtin.
Di encamê de şêniyên gundan naçar man ji warên xwe koçber bibin.
2 caran bajarê Minbicê û Gundên wê yên bakur bi top û obûsan hatin hedefgirtin.
Di encamê de ziyan li mikên welatiyan bû.