Siyasetmedar û Rewşwmbîrên herêmê da zanîn ku armanc ji nêzbûna di navbera Enqere û Şamê de şerê li dijî Rêveberiya Xweser e û gotin:
“Dewleta Tirk dixwaze bi vê lihevkirinê binketina xwe li herêmê pînebike û bi lihevkirineke bi hikûmeta Şamê re, zextê li Rêveberiya Xweser bikin da ku vê perlagê ji holê rabikin û van deveran radestî hikûmeta Şamê were kirin.”
Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, piştî civînên Tehran û Soçiyê zêde bûn.
Her wiha di vê dawiyê de dewleta Tirk diyar kir ku ew dixwazin bi hikûmeta Şamê re lihevbikin.
Cîgirê Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarên wê Mihemed Berkel li ser hewlên dewleta Tirk ji nêzîkbûna bi hikumeta Şamê re axivî.
Mihemed Berkel derbarê mijarê de ev yek anî ziman:
“Em dizanin di navbera Tirkiyê, hikumeta Şamê û Îranê de nakokiyên serweriya li ser herêmê hene..
Lê di xalekê de li hev dikin, ew jî têkbirina doza Kurd e.”
Mihemed Berkel li dijî planên Tirkiye û Hikûmeta Şamê, teqeziya serkeftinê kir û got:
“Dê hêzên siyasî yên li herêmê bi hemû derfetên xwe destekê bidin QSD´ê.
Projeya Rêveberiya Xweser wê bi ser bikeve û Sûriyeke nû ya nenavendî ya demokratîk pêk bîne.”
Selah Hesen Bero: Divê Rûsya û Amerîka qada ezmanî li pêş Tirkiyê bigrin
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Selah Hesen Bero jî nirxandin kir.
Selah Hesen da zanîn ku piştî civîna Tehran û Soçî êriş li ser herêmê zêde bûn û got:
“Bi vê yekê re eşkere bû ku zextek li ser Rêveberiya Xweser tê kirin ku herêma radestî rejîma Sûriyê bike.
Dewleta Tirk, dewleteke dagirker e.
Divê Rûsya û Amerîka qada hewayî ya herêmê bigirin.”
Mihemed Bobo: Kirîz bi lihevkirinan bi dawî nabe
Rewşenbîr û siyasetmedarê sûrî Mihemed Bobo jî da zanîn ku bernameya MSD´ê nûnertiya wê dike ji bo hemû sûriyan sûd.
Bobo li ser “lihevkirinên” ku hikumeta Şamê dûrî çareyên bingehîn pêk tîne axivî û ev tişt got:
“Em dikarin van lihevkirinan wek pînekirinê wesif bikin.
Armanc ji wê yekê gel wek xwe bimîne û desthilat jî wek xwe bimîne.
Ger wisa bimînin em ê ji krîzê dernekevin.”
Mihemed Bobo dawiyê tekez kir ku pêdiviya Sûriyê bi bernameyekê heye ku hêviyên sûriyan bi hemû mezhebên xwe dabîn bike.